Ofîsa Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî-OCHA diyar kir ku bi saya agirbestê rojên Duşem û Sêşemê zêdeyî 376 hezar Fîlîstînî vegeriyan bakurê Şerîda Xezeyê.
Ev daxuyaniya Ocha’yê xwe dispêre hejmara komeke kar a ji saziyên cuda yên li nuqteyên cuda yên herêmê jimartinê dike.
Hate ragihandin ku herî kêm 376 hezar kes vegeriyan bakurê Şerîda Xezeyê, nîvê van mirovan mêr, yek ji çar paran jin û zarok bûn.
Nifûsa ji 2.4 milyon mirovî ya Şerîda Xezeyê, nêzî temamiya wê di encama şerê 15 mehan de ji cih û warê xwe bûn.
Li gorî agirbesta navbera aliyan ku wê 6 hefteyan dewam bike, di berdêla berdana 33 dîlgirtiyên Îsraîlî de wê hezar û 900 girtiyên Fîlîstînî bên berdan.
Piştî ku berdana girtiyan qediya wê şert û mercên qonaxa duyemîn a ji bo bidawîkirina şer bên nirxandin.
Di qonaxa dawî de jî wê Xezayê ji nû ve bê avakirin û cenazeyên mirovên di dema girtinê de mirin, wê bêne radestkirin.



