Êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li Heleb û Çilaxayê hatin şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku êrişan rawestînin û hesab ji dewleta Tirk bipirsin.
Hêrsa li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe.
Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina komkujî û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Rêveberiya Dibistanan bi amadebûna mamoste û endamên saziyên sivîl hate dayîn.
Endamê Komîteya Rêveberiya Dibistanên Çilaxa Yûnis Hacî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û sivîlan dike armanc. Hate gotin, ev êriş bandorê li biryardariya gel a parastinê herêmê nake.
Di dewama daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk bi tundî hatin şermezarkrin û hate destnîşankirin ku dewleta Tirk sûdê ji bêdengiya navneteweyî digire û bi êrişan dixwaze ewlehiyê herêmê xirab bike û tevliheviyê çêke.
Li gorî daxuyaniyê, parastina sivîlan erkeke navneteweyî ye û divê hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan erkên xwe bi cih bînin. Bang li van rêxistinan jî hate kirin ku ji bêdengiya xwe derbikevin, komkujiyan rawestînin û hesb ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.
Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên silavkirina berxwedana gelan hatin berzkirin.
Li Dibistana Cûdî Amanos a li taxa Eşrefiyê ya Helebê jî bi amadebûna bi dehan xwendekarên ji Efrîn û Şehbayê, daxuyaniyek hat dayîn.
Xwendekara bi navê Mewlûda Mamo daxuyanî xwend û got: “Di demên dawîn de li Sûriyeyê binpêkirinên cuda wekî qetilkirin, revandin, talankirin, koçberkirina bi darê zorê li dijî gelê Sûriyeyê hatin kirin û zarok ji mafên fêrbûna bi zimanê dayikê bê par hatin hiştin. Lê tevî astengiiyan jî îradeya xwendekaran neşikest.”
Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku mafên xwendekaran biparêzin û li ber binpêkirinên ku li dijî wan têne kirin, erkên xwe bi cih bînin.



