Parlamentera ji Partiya Sosyalîst a Awûstûryayê (SPO) Petra Bayr diyar kir ku bi bombekirina Bendava Tişrînê re pîvanên mirovî hatine binpêkirin û got, divê dawî li vê yekê bê anîn.
Siyasetmedara ji SPO’yê Petra Bayr anî ziman ku êrîşên artêş û çeteyên dewleta Tirk wê dixe nava fikaran.
Petra Bayr roja Çarşemê daxuyaniyek da û got:
“Bombekirina Bendava Tişrînê û mirovên li derdora wê, mînakek ji binpêkirina berpirsyariya navneteweyî û pîvanên mirovî ye.
Bi zanebûn av û binesaziyê dixin metirsiyê ku bi milyonan mirov xwe ji vê qadê xwedî dikin.
Ji bo pêşî li mezinbûna bûyeran bê girtin, ji bo parastina mafên gelên sivîl divê di asta navneteweyî de gavên bi biryar û lez bêne avêtin.
Parastina binesazî û çavkaniyên avê ji bo aramiya herêmê û aştiyê şertekî sereke yê bingehîn e.”



