Rêxisitnên jinanan bang li HTŞ’ê kir ku dev ji rewakirina kujerên jinan û dev ji redkirina vîna jinan berde.M+B
Li qamişlo di pêşengtiya kongra star de li dijî rewakirina kujerên jinan ji aliyê HTŞ’ê ve daxuyanî hate dayîn.
Jinan di daxuyaniyê de diyarkir ku ev gavên niha tên avîtin dijê şoreşa jinê ye dijî berdêl û têkoşîna jinê ye.
Jinan diyarkir ku HTŞ bi van kiryarên xwe li dijî hebûnan jinan e û bang li htş kir ku dev ji rewakirina sûcdaran berde.
Kombûna Jinan a Zenûbiya: Doza Hevrîn Xelef doza her jineke azad e
Her wiha Kombûna Jinan a Zenûbiya jî derbarê heman mijarê de daxuyanî da û got:
“Em hebûna van kujeran di nava hikûmeta demkî ya Sûriyê de bêrêziyeke li hember xwîna şehîdan.
Ev kes ne tenê kujerin, sembolên terorîzmê ne.
Em daxwaz dikin ku ev kujer werin cezakirin.
Bêdengiya civaka navdewletî dihêle ku rêjeya van sûcan zêdetir bibe.
Em tekez dikin ku doza şehîd Hevrîn Xelef ne tenê dozeke takekesî ye, doza her jineke azad û her mirovekî ku daxwaza edalet û aştiyê dike ye.
Heta ku edalet pêk were em ê têkoşînê bidomînin.”



