Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin.
Êrişên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.
Artêşa dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran topbaran dikin.
Her wiha balafireke xwekujî xwe li ser bendavê teqand, lê zerar çênebûn.
Di saetên barbangê de jî bi balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek gundên derdora bendavê bombebebaran kirin.



