Biryarên ji derveyî kongreya nîştimanî ya Sûriyê ya bêyî beşdariya hemû hêzên siyasî yên li Sûriyê tên girtin ne rewa ne.
Beşdariya kujerên gelan, çeteyên Tirkiyê nayê qebûlkirin.
Ev peyama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Rêveberiya Xweseriya dibêje Divê Kongireyek bi beşdariya hemû aliyan pêk bê.
“Em li bendê bun ku kongreyek nîştîmanî ya Sûrîye were lidarxistin.
Amadekariya destûreke nû ji bo parlamento û hilbijartinê were kirin.
Lê ev yek pêk nehat, em civînên bi vî rengî rexne dikin.”
Bi van gotinan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê balkişand ser kongra li şamê û biryarên wê.
Rêveberiya Xweser: Ev civîn ne rewaye
Rêveberiya Xweser civîn rexne kir, diyarkir ku ev civîn ne-rewaye û dibêje:
Wek Rêveberiya Xweser em teqez dikin ku divê ev kongre bi beşdariya hemû pêkhate, taîfe, beşên Sûriyê, di nav de jin û ciwan, pêk-bihata.
Amadebûna kesayetên di lîsteya terorê de û destê wan di xwîna gelên Sûriyê de heye, nayê qebûlkirin.
Qatil, terorîst, kujerê Şehîd Hevrîn Xelef Ebû Hatim Şeraq,
Amadebûna çete Mihemed El Casim ê bi navê Ebû Emşe tê naskirin hazirbûn.
Tê zanîn ku çete Ebû Emşe bi taybetî li Efrînê gelek sûc li dijî gelê Sûriyeyê kiriye.
Em teqez dikin ku ev civîn ne rewa ye û hêviyên pêkhateyên Sûriyê îfade nake.
Biryarên derveyî kongreya nîştîmanî tên girtin ne-rewa ne.
Çareserî di Sûriyeke ne navendî de ye
Rêveberiya xweser anî ziman ku dûrxistina aliyekî an pêkhateyekê wê bibe sedem ku aloziya sûriyê, bêaramiya wê berdewam bike û wê rewşeke mîna ya rejîma berê derkeve holê.
Rêveberiya xweser HTŞ ji ber axaftinên wî yên li Qada Umewîyîn a li Şamê hişyarkir û got:
Divê dev ji zimanê ku fitne, nakokiyan di nav pêkhateyan derpêşdixîne berde, ev ziman xizmeta yekbûna Sûriyê nake.
Rêveberiyê tekez kir ku ew pêşeroja Sûriyê û çareseriyê di sûriyeke nenavendî de dibînin.



