Şêniyên bajarê Hesekê çalakvanên ku li Bendava Tişrînê nobedarî dikirin, bi çoş pêşwazî kirin.
Bi sedan şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê 28’ê Çileyê ji bo tev li çalakiya li Bendava Tişrînê bibin, ber bi bendavê ve bi rê ketibûn.
Piştî nobetdariya 4 rojan, karwanê berxwedana BendavaTişrînê bi awayekî dorveger nobet dewr kir û îro zîvirî cihê xwe.
Piştî ku karwanê gel ji Bendava Tişrînê gihîşte bajarê Hesekê, ji aliyê şêniyan ve li Çerxerêya Panoramayê bi coş hat pêşwazîkirin.
Di kêliya pêşwaziyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD, YPG û YPJ’ê hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Tişrînê” û “Bijî berxwedana QSD, YPG û YPJ” hatin berzkirin. Li ber stranê gelerî jî govend hat gerandin.
Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan çalakiyên xwe yên li ser bendava Tişrînê didomînin.
Çalakiya nobetê di roja 28’an de bi komeke din dewam dike.



