QSD’ê ragihand ku di çalakiyên duh de bi kêmanî 2 çete hatin kuştin, 6 çete birîndar bûn û 2 dronên xwekujî hatin xistin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya duh (2 Sibat) a şer û çalakiyên li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê aşkera kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Şervanên me, duh li eniya Pira Qereqozaqê bi çalakiyên bibandor bersiva êrişên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dan. Şervanên me di çarçoveya çalakiyan de li baregehên dagirkeran û kombûnên çeteyan xistin. Hejmara windahiyên wan nehat zanîn.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hin gundên derdora Pira Qereqozaqê û başûrê Kobanê bombebaran kirin û gundên Xeseq, Melha, Tîna û balafirgeha Sirînê kirin hedef.
Di encama bombebaranê de zerarên madî çêbûn. Hevdemî bombebaranê, gundên Tîne, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, girên Sivê û Qereqozaqê ketober bi obîsên giran, moşek û tankan hatin topbarankirin.
Balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek bê navber derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin û gundên derdora bendavê û yên başûrê rojhilatê Minbicê bi obîsan topbaran kirin.
Şervanên me ku bersiva êrişên dagirker û çeteyên wê dan, bi çalakiyên bi bandor li kombûnên çeteyên ên li gundên bakurê bendavê dan.
Di encama çalakiyan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn.
Yekîneyên Şehîd Harûn li erebeyeke leşkerî û nuqteyeke çeteyan xistin. Bi qasî hatî tesbîtkirin 2 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Ubeyd bombebaran kir.
Şervanên me jî du dronên xwekujî ya çeteyan xistin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirekr gundê Şiyûxa Jorîn ê rojavayê Kobanê û şîrketa avê bombebaran kirin.
Di encamê de zerarên madî li şîrketê bûn. Di dirêjahiya duh de tevgera balafirên şer û yên bê mirov li ser herêmê nesekinî.”



