Bi sedan şêniyên kantona Firatê şervanê HAT’yê şehîd Şerger (Şiyar Bozan) bi merasîmeke girseyî spart axê.
Şervanê Hêzên Antîterorê (HAT) yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şerger (Şiyar Bozan) ku duh li Pira Qereqozaqê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hat oxirkirin.
Bi sedan şêniyên kantona Firatê beşdarî merasîmê bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Elmas Romî axivî.
Elmas Romî di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirin û têkbirina projeya me ya neteweya demokratîk tune bike.
Lê em ê li hember her cure qirkirinê rabin.
Şervanên me jî li Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê îsbat kir ku dê tu kes nekare îradeya wan tune bike. Em li vir in û em hene.”
Dûre jî hevserokê Desteya Hundirîn Merwan Hemo jî axivî û ev peyam da: “Em ê li hember dagirkeriyê rabin û mutleq em ê bi ser bikevin.
Ruxmî her cure êrişan, lê şervanên me berxwedaneke efsanewî nîşan didin. Em ê jî nirxên vî gelî biparêzin û em ê tu carî nehêlin ku armancên dagirkeriyê bigihêjin serî. Ev axa me ye û em ê li ser vê axê jî li ber xwe bidin.”
Piştre birayê şehîd Şerger, Rêzan Bozan strana ku birayê wî jê hez dikir ya bi navê `Dil dixwaze here cengê` got.
Piştre wesîqeya şehîd Şerger hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Şehîd bi dirûşmên `Şehîd namirin` spartin axê.



