Hêzên Asayîşê di çarçoveya operasyona hevbeş a ewlehiyê de li Dêrazorê 79 kesên ku tev li kiryarên têkbirina ewlehiyê bûbûn, destgîr kirin û dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyê.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê têkildarî operasyona li dijî bermahiyên rejîma Baasê û çeteyên DAIŞ`ê ya li gundewarên Dêrazorê, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di çarçoveya xebatên me yên berdewam ên ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêmên me û li ser bingeha berpirsyariya me ya nîştimanî ya li hember gelê me û şehîdên me, hêzên me yên hevbeş, Hêzên Asayîşê bi hemû beşên xwe û Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkriya hêzên Koalîsyona Nevneteweyî li gundewarên Dêrazorê operasyoneke ewlekariyê ya berfireh kir.
15 roj e operasyon dewam dike.
Operasyon bi armanca şopandina bermahiyên rejîma Baasê û piştgirên wê û jinavbirina şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê ye ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, tevliheviyê çêkin û sivîlan bikujin.
Di encama operasyonan de 79 endamên ku tev li kiryarên têkbirina ewlehiyê bûne, hatin girtin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin; 8 demançe,55 çekên kalaşnîkov û 7 hezar û 500 fîşek û 161 cercurên wan,4 tivingên BKC û 3064 gule,6 tivingên Brno,11 tivingên nêçîrê,8 bombeyên desta,21 kel û pelên leşkerî.
Ev operasyon li ser bangên gelê me yê li herêmê pêk hat ku tekez kirin ew her cure tundî û terorê napejirînin û girêdayî nirxên aştiya navxweyî, biratî û jiyana hevbeş in.
Em wek Hêzên Asayîşê soza berdewamkirina rêya ku şehîdên me bi xwîna xwe ya pak û fedakariya xwe vekiriye, nû dikin. Em soz didin gelê xwe ku ji bo parastina destkeftiyên xwe yên nîştimanî û pêkanîna ewlekarî û aştiyê, çi ji destê me bê bikin.”



