Dewleta Tirk dixwaze êrişî herêma Garê ya Dihokê bike.
Niha xwe amade dike ku wê herêmê dagir bike.
Çavkaniyan ragihand ku MIT’a Tirk dikeve gundên Kurdan û ji wan re dibêje heta 6’ê sibatê divê hûn malên xwe vala bikin.
Çavkaniyan herêmî ragihand ku MIT û Parastin gefê li welatiyên gundên Zêbariyan yê girêdayî Garê dixwin.
Li gor heman çavkaniyan, hêzên Tirk ji gundiyan re gotine ku divê hûn 6’ê sibatê gundên xwe vala bikin.
Her wekî xelkê gundên Nibax, Bîrkekor û Kafiya, di bin gafa dagirkeriyê de ne.
Lewra, metirsî hene ku êrişeke berfireh li dijî Garê were destpêkirin.
Berî niha jî rêveberê CPT’yê jî egera êrişa li dijî Garê piştrast kiribû.
Hevkariya bi dewleta Tirk re hate şermezarkirin
Li aliyê din duh dîmenek li nava medya dîjîtal hat belavkirin.
Di dîmen de diyar dibe ku leşkerên Tirk li Behdînanê dikevin gundê Kêste û ji aliyê kesek bi navê Omêd Seîd ve bi germî tên pêşwazîkirin.
Gelê Kurd nerazîbûneke mezin nîşanî vê bûyerê da.
Ev hewldanên dagirkeriya Tirkiyê hemwextî hewldanên çareseriyê yên Rêber Abdullah Ocalan in.
Bi gotineke din, li hêlekê xwedêgiravî behsa çareseriyê dike, lê li hêleke din dagirkeriya xwe di nava Kurdistanê de berfireh dike.



