Kongra Star êrişa li dijî endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo bi daxuyaniyekê şermezar kir û diyar kir.
Kongra Star a Kantona Firatê û rêxistina Kongra Star a Lubnanê der barê şehadeta endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo (Salîhe Viyan) de daxuyaniyek da.
Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê ji aliyê endama Kongra Star Meysûd Kawar ve hate xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Wekî tê zanîn sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî şoreşa jin her ku diçe zêdetir dibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çewisandina şoreşa jinê bi rojane komkujiyan pêk tîne.
Di 27’ê Çileyê de dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirin û tunekirina îradeya şoreşa jinê li Ranyayê bi balafireke bêmirov êrîşî hevalên me kir.
Di encamê vê êrîşê de endama Koordînasyona Kongra Star Salihe Viyan û endamê PYD’ê Dîlawer Erebo şehîd bûn.
Salihe Viyan yek ji wan jinên pêşeng ê ku di avakirina pergala Rêvebiriya Xweser de rol girtibû. Di xebatên avakirina civaka demokratîk de xwedî rolekê avaker bû. Ji bo rêxistinkirina jinan û avakirina hevjiyana azad a di navbera jin û mêr de kar û dixebitî.
Li beramberî hemû cure tundiyê, bêhuqiqî û zayendperestiyê li ber xwe da û têkoşiya.
Ev êrîşa ku li hember Salihe Viyan pêk hat, carekê din piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker ji têkoşîna jina azad û şoreşger ditirse.
Em wek Kongra Star êrişa li dijî herdu pêşengên tevgera me ya azadiyê şermezar dikin û soz didin ku em ê mîrateya wan bigihînin azadiyê.
Em bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dikin, da ku li hemberî vê êrîşê bêdeng nemînin. Ev êrîş, binpêkirina serweriya Iraqê ye.
Em bang li hemû hêzên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û rayagiştî dikin ku ji dewleta Tirk a dagirker hesab bixwazin.
Bêdengiya raya giştî tê wateya pejirandina van êrişan.
Ji ber vê divê helwesta xwe raber bikin.
Her wiha em bang li hemû jinan dikin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin. Têkoşîna jinên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgariya hemû jinan e.”
Piştî daxuyaniyê jinan dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kir.
Her wiha li Lubnanê jî ji bo şermezarkirina qetilkirina Hêva Erebo daxuyaniyek hate dayîn.



