Roja yekem a Dadgeha Gel a Rojava bi dawî bû ku dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên şer tê darizanindin. Delîlên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ji dadger re hatin pêşkêşkirin dadgeh di roja duyem di didom.
Dadgeha Gelan a Rojava ku dewleta Tirk ji ber sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê darizandin, li paytexta Belçîka Brukselê doh destpê kir, di roja duyemîn de didome.
Dadgeh ji aliyê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, koma parêzeranên sûcên dewleta Tirk dişopîne, Navenda Parastin û Lêkolînê ya Mafên Jinan û rêxistinên cuda yên mafên mirovan ve tê lidarxistin.
Li dadgehê sûcên kuştina sivîlan, rojnamevanan û siyasetmedaran, êrîşa li ser binesaziyê, êşkence, kiryarên li derveyî mirovahiyê û bikaranîna çekên qedexekirî têne nirxandin.
Di nirxandinan de hate gotin:
Li Efrînê jin ji wan veşartî nêzîkî di 20 girtîgehan de bi hezaran welatiyên Kurd belasebeb tên rehîngirtin.
Li herêmê taciz, destdirêjî, kuştin, dizî, talan, bişaftin û her cure tundî pêk tên.
Piştre sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Girê Spî û Serêkaniyê hatin eşkere kirin û hate diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşan li Girê Spî û Serêkaniyê paqijiya etnîkî kiriye.
Di heman demê de mal û milkên welatiyên li herêmê desteser kirine.
Her wiha têkildarî bikaranîna bombeya Fosfora Spî ya Qedexekirî belge pêşkêşî heyeta dadgehê hat kirin.
Di dadgehê de têkildarî êrîşên li ser çavkaniyên av û ceyranê jî wiha hate gotin;
”Nabe çavkaniyên av û ceyranê bibin hedefeke leşkerî, Tesîsên xaz ûpetrolê yên li Swêdiyê gelek caran hatine hedefgirtin.’
Dewleta Tirk li herêmê ji şerekî leşkerî wêdetir rasterast sivîlan û cih û warên wan hedef digire.
Ev yek tên wateya binpêkirina peymanên navneteweyî.”



