Hat ragihandin ku piştî serhildêrên Ruwanda piştgirîya wan dike avêtin ser girtîgehek jinan a li Kongoyê, bi sedan jin rastî îşkence hatin û piştre bi saxî hatin şewitandin.
Milîtanên M23 yên ku Ruwanda piştgirîya wan dike, heftiya borî êrişî beşa jinan a li Girtîgeha Munzenze kirin.
Di serdegirtina girtîgehê de 165 girtiyên li beşa jinan rastî îşkence hatin û piştre bi saxî hatin şewitandin.
Li gorî raporên ji herêmê hatine belavkirin, herî kêm 141 jin û 28 zarokên jiyana xwe ji dest dan.
Van de Perre got: “Li girtîgehê 4,000 girtî reviyan.
Raporên herêmî de hate ragihandin ku gardiyanan ji bo rawestandina kaosê gule li girtiyan reşandin, lê bê encamp man.
Neteweyên Yekbûyî vê hefteyê hişyarî da bû ku şîdeta zayendî wekî çekek şer ji aliyê komên çekdar ên dijber ên li Goma ve tê bikaranîn.
Bajarê ku zêdetirî milyonek kes lê dijîn, bi temamî ketiye bin kontrola hêzên M23.



