Komela Newroz ya Çandî û Civakî li paytexta Lubnanê Beyrûtê, bi beşdariya nûnerên rêxistinên jinan ên Lubnanî, Filistînî û Kurd komxebata “Pêşketinên dawî yên li herêmê û bandorên wan li ser jinan” li dar xist.
Komxebata ji aliyê berpirsa Komîteya Jinan a Komelaya Newroz Henan Osman ve hat birêvebirin.
Henan bal kişand ser girîngiya komxebatê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên hevpar ên jinan li gorî geşedanên dawîn ên li herêmê.
Beşdarên komxebatê destnîşan kirin ku ezmûnên jinan ên li Lubnan, Filistîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan didin ku jin ne tenê bûne qurbaniyên şer, lê belê di heman demê de bûne egera guhertinê.
Jinan li ber xwe dane û ji bo avakirina civakan roleke sereke pêk anîne.
Beşdaran her wiha banga xurtkirina çalakiyên hevpar ên di navbera tevgerên jinan ên herêmê de kirin.
Her wiha banga avakirina eniyeke hevgirtî ya jinan kirin ku bikaribe ji bo mafên jinan bixebite.
Di dawiya gotûbêjan de beşdaran tekez kirin ku jin li herêmê rûbirûyê êş û azarên hevbeş dibin, ku pêdiviya jinan bi xebateke hevbeş heye ji bo peydakirina çareseriyên domdar bo parastina mafên jinan.



