Çapemeniya Azad a Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyek çapemeniyê de got: “Dewleta Tirk a dagirker tenê sala borî heya niha, dewleta Tirk li Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê 6 rojnamevan bi hovane qetil kir.
Lê hewldana dagirkeran ya ji bo qutkirina dengê azad negihişt encamê xwe, hevrêyên Azîz, Gulistan, Cîhan, Nazim û Hêroyan, hertim ji bo ragihandina rastiyan têkoşiyan.”
Çapemeniya Azad a Başûrê Kurdistanê li Navenda Metro ya li Silêmaniyê ji ber şehîdxistina Rojnamevan Azîz Koyluoglu civîneke çapemeniyê lidarxist.
Daxuyaniya li ser navê Çapemeniya Azad ji aliyê Rojnamevan Araz Îbrahîm ve hat xwendin.
Daxuyanî wihaye;
“Bi şehîdxistina rojnamevanan dengê çapemeniya azad qut nabe
Mixabin carek din rojnamevanên azad bûn hedefa dijmin û nokeran, di 27’ê Çileyê de di encama êrişek hovane ya dewleta Tirk a dagirker de, rojnamevan û xebatkarê çapemeniya azad hevrê Azîz Koyluoglu şehîd bû.
Şehîd Azîz Koylugolû pênûsek bi wêrek, rojnamevanek zîrek û azad bû, ew bi rêya pênûs, kameraya xwe, rûyê rast yê dewleta Tirk a faşîst eşkere dikir.
Wî dirûşmeya ‘Ronîkirina rastiyan erka me ye” kiribû rêya têkoşîna xwe.
Têkoşer û Rojnemevan Azîz Koyluoglu ku 32 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê ji bo ronîkirina rastiyan û heqîqetê borandin, li paytexta lehengiyê û berxwedanê, li navçeya Çinar a bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, di sala 1976’an de ji dayik bûye.
Di salên 2000’an de dest bi karê rojnamevaniyê kir, ew bû deng û rengê heqîqetê, ji nûçegihaniyê bigire, heya kameremanî, heya nivîskarî, edîtorî, rêveberiya giştî ya weşanê, karê ragihandinê kir.
Di hemû erkê xwe de bû xwedî rol û helwestek nimûne û perwerdekarê hevrêyên xwe.
Bi dehan rojnamevan li ber destê wî fêr bûn û gihiştin astek bilind.
Hevrê Azîz ji Hewlêrê heya Silêmanî, Kerkûk, ji Mexmûr heya her deverek din ya Başûrê Kurdistanê têkoşîna xwe ya ragihandina heqîqetê domand.
Dîsan ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê heya Efrîn, li hemû cih û astên karê ragihandinê de cih girt.
Hevrê Azîz ne tenê nivîsî, di heman demê de rastiyan vegot, hemû derfetên xwe ji bo eşkerekirina rastiyên dijminên dagirker bikaranî.
Dewleta Tirk a dagirker hertim bi veşartina suc û dagirkeriya xwe, hewl da dengê ragihandina azad qut bike, tenê ji sala borî heya niha, dewleta Tirk li Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê 6 rojnamevan bi hovane qetilkir.
Lê hewldana dagirkeran ya ji bo qutkirina dengê azad negihişt encamê, hevrêyên Azîz, Gulistan, Cîhan, Nazim û Hêroyan, hertim ji bo ragihandina rastiyan têkoşiyan.
Em weke rojnamevanên çapemeniya azad, vê êrişa hovane ya li ser hevrêyê me Azîz Koyluoglu bitundî şermezar dikin.
Di heman demê de bêdengiya aliyên peywendîdar ya Iraq û Herêma Kurdistanê ya hemberî sucên dewleta Tirk û terorkirina rojnamevanan şermezar dikin.
Em bang li rêxistinên taybet parastina mafê mirov û rojnamevanan dikin, em bang li hikumeta Iraq û Herêmê dikin ku sînorek ji sucên dewleta Tirk re danin û dawî li vê terora dewleta Tirk ya dijî rojnamevanan bînin.
Em dawiyê de sersaxî ji malbat, hemû rojnamevan û Gelê Kurd re dixwazin.
Em soza xwe ya gihiştina serkeftinê carek din dubare dikin, emê têkoşîna ragihandina azad dewam bikin û li ser rêbaza şehîd Azîz Koylugolu bimeşin.
Em nahêlin pênûs û kameraya wan li erdê bimîne



