Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbata şehîd û gelê welatparêz re xwest û got: “Em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarê xeyalên şehîdan.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyêkî nasnameya gerîla Fedekar Şengalî ku di sala 2019′ an de li Herêma parastinê yên Medyayê şehîd bûye eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku ew hevrêyê xwe Fedakar Şengalî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û di şexsê wî de soza xwe ya serketinê ya ji hemû şehîdên azadiyê re, dubare dikin.
Her wiha HPG’ê li ser kesayeta şehîd Fedekar got:
Xelkê me yê Êzidî tevî 74 fermanên di dîrokê de, pişta xwe dane çiyayê Şengalê û hebûna xwe parastine.
Zarokê hêja yê xelkê me yê Êzidî hevrê Fedakar jî hemû êş û rastiya qirkirinê hîs kiriye.
Çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de êrîş birin ser Şengalê û ji xelkê me yê Êzidî bi hezaran kes hatin kuştin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin.
HPG: Şehîd Fedakar ji ciwanên Êzidî re bû mînak û xwedî sekneke berxwedêr
Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Fedakar li hemberî çeteyan û hêzên hevkarên wan, bibe xwedî hêrseke mezin.
HPG’ê anî ziman ku şehîd Fedakar di felsefeya Rêber Apo de kûr bû û ket nava lêgerînê ku taybetmendiyên milîtaniyê di kesayeta xwe de bide rûnişkandin û wiha anî ziman:
Hevrêyê me li ser vî bingehî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi perwerdeyên wergirtî re, bû milîtanekî Apoyî.
Şehîd Fedakar dizanî ku bi tevlîbûna nava refên PKK’ê, ji hemû ciwanên Êzidî re bûye mînak û di jiyanê de mîna navê xwe, bû xwedî sekneke fedakar.
Nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:
Nasnav: Fedakar Şengalî
Nav û Paşnav: Faruk Şeref Qasim
Cihê Jidayikbûnê: Şengal
Navê Dayik: Naîm
Navê Bav: Şeref
Cih û Dîroka Şehadetê: 2019/Herêmên Parastinê yên Medyayê



