Şêniyên bajarê Qamişlo yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyê şervanê QSDˋê şehîd Zana Qamişlo spart axê û merasîma xiyabî ya şervan Reşo Qamişlo li dar xist û got: “Heta em serkeftinê bi dest dixin berxwedana me didome û wê fedakariyên şehîdan bibin wesîleya pêkanîna armancên wan.”
Bi sedan xelkê bajarê Qamişlo û gundewarê wî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Zana Qamişlo (Ferîd Derwêş), ê ku 8ˋê Sibatê di bersivdana êrişên li dijî Eyn Îsayê de şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan defin kir.
Hemwextî wê şêniyan merasîmeke xiyabî ji şervanê QSDˋê Reşo Qamişlo (Hecar Mihemed) re yê ku 4ˋê Sibatê di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, li dar xist.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Emîn axivî û diyar kir ku şehîdan bi fedakariya xwe rêya azadiyê ronî kir û wê fedakariya wan ji bo nifşên nû bibe jêdera îlham û hêzê.
Emîn bang li gel kir ku nirxên ku şehîdan di oxira wan de canê xwe daye, biparêze û heta pêkanîna armancên wan têkoşînê bidomîne.
Dûre li ser navê malbata şehîd Reşo Qamişlo, Cemîl Heyder axivî û got: “Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin. Zarokên me di oxira vî welatî de canê xwe feda kir.”
Dûre xwişka şehîd Reşo Qamişlo, Hemdiye Mela Xalid helbestek li ser wateyên fedakariyê xwend.
Her wiha Şerîf Qamişlo jî li ser navê hêzên leşkerî axivî û got: “Wê berxwedana heta pêkanîna serkeftin û îstîqrarê bidome û fedakariyên şervanan badilhewa naçin. Ji wê zêdetirî wê fedakariyên şehîdan bibin wesîleya pêkanîna armancên wan.”
Di dawiyê de şehîd di nava tilîliyên dayikan de li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat oxirkirin.
Sibe li pêş Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan merasîma 4 şehîdan saet 11:00ˋan li dar dikeve.



