Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 2 bazirganên hişbirê li Qamişloyê hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê 2 bazirganên hişbirê hatin girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên kantona Cizîrê di 5ˋê Sibatê de li bajarê Qamişloyê 2 bazirganên hişbirî girtin. Her wiha piştî çavdêrî û komkirina delîlan ku piştrast dike ku destên wan her du kesan di bazirganiya hişbirê de heye, hêzan ew girtin. Li gel wan jî mîqdareke madeyên hişbirê hatin dîtin û desteserkirin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku madeyên li gel wan her du bazirganan hatine dîtin ev in:
- 3750 hebên kaptagon
- 8,85 gram heroîn
- 68, 50 gram heşîşa macûn (hevîr)
- 26,5 hebên zolam
- 2,38 gram mîsa krîstal ku li heft paketan hatine belavkirin
- Rûpîva (mîzan) elektronîk a biçûk
- Amûrên bikaranîna hişbirê.
Her wiha hat destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn her du tawanbar ji Dozgeriya Giştî re şandin ku tedbîrên qanûnî ji bo wan werin pêkanîn.
Di dawiya daxuyaniyê de hêzan diyar kir ku ew xebatên xwe yên têkoşîna dijî vê diyardeyê û parastina civakê ji xeteriyên madeyên hişbirê didomînin û bang li welatiyan kir ku we çi tevgereke bigûman dît ku zirarê digihîne tenduristiya giştî û ewlehiya civakê agahiyê bidin û hevkariyê bikin.



