Thursday 2026/06/18
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Ji pêkhateyên Hesekê, Hol, Til Birak û Şedadê peyama zelal a 15’ê Sibatê

February 15, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Ji pêkhateyên Hesekê, Hol, Til Birak û Şedadê peyama zelal a 15’ê Sibatê
Share on FacebookShare on Twitter

Pêkhateyên Hesekê, Hol, Şedadê û Til Birakê bi tevlîbûna xurt a mitînga şermezarkirina 15’ê Sibatê, peyam dan ku dê heya şikandona pergala li Îmraliyê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin.

Meclisa Bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan mîtîngeke li Qada Azadî (Qesir El Edlî) ya bajarê Hesekê li dar xist. Pêkhateyên Hesekê, Hol, Şedadê û Til Birakê ku bi hildana posterên Rêber Abdullah Ocalan tev li mîtîngê bûn nerazîbûnên xwe li hemberî komployê nîşan da.

Qada mîtîngê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Bi têkoşîna gel em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” û “Em ê roja reş veguherînin roja azadiya Rêber Apo” hate xemildanin.

Kongra Star: Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo nifşan rohaniyek

Mîtîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Kongra Star a bajarê Şedadê Emîra Seîd axivî.

Emîra Seîd diyar kir ku komploya navneteweyî heya roja îro dewam dike û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Em îro li vî cihî kom bûne da ku dengê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihînin û bêjin Komploya Navneteweyî ya ku 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin dewam dike. ”

Emîra Seîd şehîdên azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku ramênên Rêber Abdullah Ocalan û mîraseya wî ya dîrokî ji nifşên bê re ronahiyek e.

Emîra Seîd di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca komployê têkbirina ramanên azad yên Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Xwestin vê rojê ji bo gelên azadîxwaz bikin roja reş, lê ev roj wê bibe roja berxwdan û serketina îradeya azad.”

Rêvebera Kongra Star Emîra Seîd di dawiya axaftina xwe de ev peyam da “Rêber Abdullah Ocalan ne ji bo gelê Kurd tenê, lê ji bo tevahî gelên azadîxwaz re meşaleya azadiyê ye.

Rêbertî roleke mezin di piştgirîkirina mafên jinan û şikandina bendên koletiyê de list û rêya azadiyê li pêşiya jinan vekir.”

‘Gel bi paradîgmaya Rêber Apo tê dikoşin’

Endamê Desteya Rêvebir a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku ew ê di rojên pêş de têkoşîna azadiyê mezintir bikin û wiah axivî: “Wekî ku hûn jî dizanin di salên dawîn de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime.

Li dijî şerê hêzên desthilatdar, gelên li Sûriyeyê têkoşîneke azadiyê meşand. Rêber Apo piştî ku li Îmraliyê rehîn hate girtin jî, ev têkoşîn domand. Wî tu carî dev ji têkoşînê berneda.

Bi saya paradîgmaya ku Rêber Apo daniye, gel têkoşînê dimeşînin. Dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe’ vê rastiyê eyan dike.”

‘Yên ku dixwazin me tune bikin niha diçin ber lingê Rêber Apo’

Aldar Xelîl bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got: “Hêzên desthilatdar bi salan e êrişî me dikin da ku me tune bikin.

Hêzên ku dibêjin me nas nakin û hewl didin me tune bikin, niha jî ji Rêber Apo dixwazin ku vê pirsgirêkê çareser bike. Li Îmraliyê li çareseriyê digerin.”

‘Berxwedana li Tişrînê dewama berxwedana li Îmraliyê ye’

Xelîl got berxwedana li Tişrînê dewama berxwedana li Îmraliyê ye û wiah dewam kir: “Yên ku li giravekê hewl da Rêber Apo bê deng bikin, li pêşberî berxwedana wî bê çare man.

Bêyî berxwedanê hebûn nabe. Ji bo vê jî em bi biryar in ku bi felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin û Sûriyeyeke nû ava bikin. Çareseriya hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê bi fikir û felsefeya Rêber Apo ye.”

Ji hikumeta Şamê re: Yekitî bi vî awayî nabe

Xelîl hişyarî da ku desthilata Şamê şaşiyên berê dubare dike û got: “Yên ku îro li Şamê hewl didin desthilatdariyê ava bikin, dîsa hewl didin heman şaşiyên beriya xwe bikin û polîtîkayên xwe yên yekperest bidomînin.

Yên ku hewl didin polîtîkayên netewedewleta navendî ferz bikin, divê bizanin ku ev yek nikare li Sûriyeyê rê li ber çareseriyê veke. Yên ku dixwazin li Sûriyeyê çareseriyekê pêk bînin, divê her kesî tev li çareseriyê bikin.

Hûn ê qala yekitiyê bikin, lê hûn ê hin aliyan li derve bihêlin, hûn ê elewiyan qir bikin, hûn ê mezhebperestiyê bikin. Yekitî bi vî awayî nabe. Heke hûn yekitiyê dixwazin, divê hûn her kesî bînin cem hev. Di serî de pirsgirêka Kurd, divê hûn hemû pirsgirêkan çareser bikin.”

‘Bêyî Rêber Apo çareserî nabe’

Aldar Xelîl diyar kir ku çareserî bêyî Rêber Abdullah Ocalan pêk nayê û wiha lê zêde: “Bê Serok jiyan nabe, bê Serok demokrasî nabe, bê serok aştî û dadmendî nabe.

Bêyî rêbertiya me, bêyî qebûlkirina sîstema ku fikr û felsefeya wî berpêş dike, ew çareseriya em qala wê dikin li Sûriyê nabe. Heta ev rastî neyê qebûlkirin, çareserî pêk nayê. Ne tenê li Sûriyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn bêyî Rêber Apo çareserî pêk nayê.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina komploya navneteweyî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Previous Post

Deh hezaran li Qamişlo peyam da: Aştî girêdayî azadiya Rêber Apo ye

Next Post

Li Reqayê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daket qadan

Weşana girêdayî

Li gundê Til Kerimê yê Dirbêsiyê 10 donim zevî şewitî
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li gundê Til Kerimê yê Dirbêsiyê 10 donim zevî şewitî

Li ser rêya Til Temir û Serê Kaniyê êrişek ji aliyê kesên nenas ve pêk hat
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li ser rêya Til Temir û Serê Kaniyê êrişek ji aliyê kesên nenas ve pêk hat

Li Serêkaniyê xebata rakirina mayînan dest pê kir
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li Serêkaniyê xebata rakirina mayînan dest pê kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye