Şêniyan li bajarê Dirbêsiyê bi coşeke mezin berxwedêrên ji Bendava Tişrînê vegeriyan pêşwazî kirin.
Xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê çalakgerên ku 3 roj e li Bendava Tişrînê ne û vê êvarê vegeriyan bi coşeke mezin pêşwazî kirin.
Di 11’ê Çileyê de, ji bo beşdariya li çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û parastina Bendava Tişrînê, xelkê bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birakê û Şedadê berê xwe dabû bendavê.
Koma nû ya ji şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê jî duh êvarî gihîşt bendavê û parastina bendavê dewr girt.
Girse li pêş navenda rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li bajarê Sêgir ê Dirbêsiyê kom bû û çalakger pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirinê rêvebera Kongra Star a Dirbêsiyê û beşdara çalakiya parastina bendavê Fatme Keleş, berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) silav kir û got: “Bendava Tişrînê, îro li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide vîna gelan bişikîne, qada berxwedan û têkoşînê ye, lê vîna me ji êrişên wê bihêztir e.”
Fatme wiha domand: “Li ser şopa fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê li dijî hewldanên tunekirina gelan berxwedaneke mezin raber dikin. Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin.”
Ji roja 8`ê çileyê ve şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê, çalakiya nobedariyê berdewam dikin.



