Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê rojnamevan Egîd Roj ku di encama êrişa dewleta dagirker a li bendava Tişrînê de şehîd bûbû, bi bîr anî.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî xebatkarê Çapemeniya Azad Egîd Roj ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de 15’ê Sibatê li bendava Tişrînê şehîd bûbû, bi bîr anî.
Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker bi rûxandina rejîma Baasê ya 8’ê Kanûna 2024’an, ev du meh e êrişên xwe yên berfireh ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin berdewam dike.
Ev êriş bi giranî li derdora bendava Tişrînê û başûrê Kobanê tên kirin. Li gel artêşa Tirk a dagirker, hêzên paramîlîter ku piraniya wan welatiyên biyanî û bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê ne, tevlî van êrişan bûne.
Di hedefa van êrişan de ne tenê hêzên leşkerî yên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine, gelê me jî yên li van herêman ku şer lê dijwar e tê hedefgirtin.
Di van êrişan de bi dehan welatiyên me şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.
Her wiha tevî ku êrişên hêzên dagirker li gorî ti rêgez û qaîdeyên şer nayên kirin jî, bi dehan êrişên ku sûcê şer in, hatine belgekirin û ji raya giştî re hatine parvekirin.
Ji ber vê yekê dewleta Tirk rasterast rojnameger û kedkarên çapemeniya azad hedef digire û êrişên namerdane pêk tîne.
Di 15’ê Sibata 2025’an de hevrêyê me yê rojnamevan û kedkarê çapemeniya azad Egîd Roj ku li bendava Tişrînê berxwedana gelê me dişopand, di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Em hevrêyê xwe Egîd Roj bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wî û gelê xwe re dixwazin.
Ked û hewldana wî ya bêdawî ya ji bo şoreşa Rojava nayê jibîrkirin û di têkoşîna meya azadiyê de bê jiyandin.
Hevrêyê me Egîd Roj ne yekemîn rojnameger bû ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye şehîd xistin.
Weke tê zanîn, hevrêya me Eylûl Nûhilat di sala 2016’an de di pêngava rizgarkirina Şehbayê de, hevrêyê me Heqî, Rêwan û Şîlan di êrişa hewayî ya li ser Qereçoxê ya 25’ê Nîsana 2017’an de, hevrêyê me Welat Tolhildan di Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya 2018’an de û hevrêya me Dilovan Gever di sala 2019’an de li Girêspî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rasterast hatin hedefgirtin û şehîd bûn.
Dewleta Tirk a dagirker rasterast rojnameger û kedkarên çapemeniya azad hedef digire, ji ber bi armanca veşartina sûcên şer ên li herêmê pêk tîne ye.
Hedefgirtina kedkarên çapemeniyê li gor qanûnên navdewletî sûcê şer e.
Mixabin bêdengiya hêzên navneteweyî û dezgeyên çapemeniyê rê li ber êrişan vedike û wan rewa nîşan dide.
Banga me ew e ku bi taybetî sazî û dezgeyên çapemeniyê divê teqez li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin û dewleta Tirk li her derê bê reşkirin.
Baweriya me bi çapemeniya azad a li ser şopa heqîqetê ye, heye û em hêvî dikin ku banga me bê bersiv nemîne.
Hevrê Egîd li Efrînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Hema bêje hemû endamên malbatê ji bo parastina şoreşa Rojava seferber bûne.
Heval Egîd di temenekî ciwan de bi destpêkirina şoreşa azadiyê ya Rojava re di sala 2012’an de tev li hêzên parastinê dibe.
Heta sala 2014’an bi awayekî aktîf di nava hêzên parastinê de xebat dimeşîne.
Di sala 2013’an de taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê ku bi giranî Kurd lê dijîn, bi gelê xwe re li dijî êrişên çeteyan li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî parast.
Tevî ku di van êrişan de 2 caran birîndar bû jî dest ji têkoşînê berneda û di qadên xebatê yên cuda de têkoşîna xwe domand.
Piştî tedawiyê beşdarî xebatên çapemeniyê bû.
Heval Egîd di berxwedana Helebê, pêngava rizgarkirina Şehba û di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de weke xebatkarekî çapemeniyê li pey rastiyan bû.
Weke têkoşerê heqîqetê, di çapemeniyê de bi awayekî aktîf tekoşîn kir û ruhê serdemê nîşan da.
Bi taybet Berxwedana li xeta Efrîn-Şehba-Helebê a gelê me yê li dijî erîşen çeteyên DAIŞ ê û dewleta Tirk a dagirker bi belge kir û bi raya giştî re parve kir.
Herî dawî jî rewşa şêniyên Efrînê yên ku koçber bûne û li herêmên Şehba-Helebê bi cih bûne, bi xwe jî wekî efrînî ye, gelê me yên ku di kampên koçber de dijîn, jiyana wan a berxwedêr da nîşan da.
Hevrêyê me Egîd di roja ku dest bi têkoşîna xwe kiriye heya dawî berpirsyariyên xwe bi kedekî mezin li hember gelê xwe bicîh aniye.
Wekî kedkarê ragihandina azad hertim li gel şervanên azadiyê û gelê xwe bû.
Di çeperên herî pêş û dijwar de bi wêrekiyek mezin cîh girtiye.
Hevrê Egîd bi taybetmendiyên kesayetiyek bi cewher, xwedî disiplîn, xwedî sekna pîvanên hevrêtiyê di dilê hevalên xwe de cîh girtiye.
Bi tempoyek bi coş û bê sekinandin herî dawî çûye xeta berxwedanê a seda Tişrîn, berxwedaniya gelê me ya li seda Tişrînê kêlî bi kêlî şopandiye û ji raya giştî re parve kiriye û sûcên şer ya dewleta Tirk dagirker hemû belge kiriye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker rasterast hevrê Egîd hedef girtiye û şehîd xistiye.”



