Jinên li bajarê Reqayê bi dirûşma “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî, ber bi Sûriya demokratîk ve”meşek girseyî li dar xistin.
Di meşê de heta bi destxistina mafên jinan soza berdewamkirina têkoşînê hate dayîn.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, meşek girseyî li bajarê Reqayê li dar xistin.
Meş ji ber nexweşxaneya leşkerî ya li navenda bajêr destpê kir. Beşdarên meşê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bilind kirin û dirûşmên “Bijî vîna jina azad” berz kirin.
Li Qada Jinê ya navenda bajarê Reqayê meş veguherî mîtinga girseyî. Piştî deqeyek rêzgirtinê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Îsa axivî û got: “Bi boneya vê roja girîng, Roja Jinan a Cîhanê, em hemû jinên cîhanê û hemû jinên têkoşer silav dikin. ”
Xod El Îsa her wiha got, “Ev roj ne tenê cejnek e, lêbelê bîranîna têkoşîneke dûr û dirêj e li dijî zîhniyetên ku dixwazin vîn û azadiya jinan bişkînin, zihniyetên ku jinan ji beşdariya bi bandor a avakirina civakeke aştiyane, dadwer û wekhev dûr bixie.”
Xod El Îsa soza şopandina rêya jinên têkoşer, heta bidestxistina hemû mafên jinan da.
Mîting bi stranên şoreşgerî û dîlanê bi dawî bû.



