Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed derheqê bûyerên li Berava Sûriyê daxuyanî da.
Ilham Ehmed got ku ew gelekî nîgeran in û piştrast kir ku ew qebûl nakin di bin navê “Bermahiyên Rejîmê” de mezhebekî sax were cezakirin.
Ilham Ehmed li ser hesabê xwe yê Xyê diyar kir ku xeteriyeke mezin li ser sivîlan û bi taybet jin û zarokan heye.
Berpirsa Rêveberiya Xweser daxwaz kir ku divê hemû sivîl werin parastin û dûrî rageşiyê bên hiştin p tenê çareseriyên aştiyane û diyalog rêya derbaskirina aloziyan e.
Ilham Ehmed: Cezakirina mezhebekî di bin navê “paşmayên rejîmê” qebûl nabe
Ilham Ehmed got ku ew qebûl nakin mezhebekî sax di bin navê bermahiyên rejîmê were cezakirin û û divê desthilata li Şamê vê yekê bi dawî bike.
Berpirsa Têkliyên Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku rejîma berê mîrateyeke tolhildêr û tarî ku bûye sedema parçekirinê li dûr xwe hiştiye, lewra divê hemû gelê Sûriuê bi zimanê aqil û diyalogê tev bigerin.



