Karwana alîkariyên mirovî yê Heyva Sor a Kurd gihaşt gerêma Berava Sûriyê.
Hêzên girêdayî Desthilata Şamê ji bo derbaskirina karwanê alîkariyê, şert danî ku divê logoya Heyva Sor a Kurd were rakirin.
dîmen di gorupa “AGAHÎ-RONAHÎTV” di seat 12:46, 21:49 û 12:54 de hatine
Karwana alîkariyên mirovî ku şevê din ji Herêmê ber bi herêma peravê ketibû rê, gihîşt bajarê Ceblê yê Sûriyeyê.
Ev alîkarî nîşaneya rihê hevgirtina mirovî ye ku ji hêla Heyva Sor a Kurd, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û însiyatîfên gel ve yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tên pêşkêşkirin.
Hêzên desthilata Şamê, ji bo derbasbûna karwana alîkariyên ber bi beravê ve, li ser şandeyê bi karwanê re şert kir ku logoya Heyva Sor a Kurd li ser kamyonan were rakirin.
Heyva Sor a Kurd jî diyar kir ku wan logo rakir, ji ber ku armanca wan a sereke gihandina alîkariyan ji hewcedaran re ye.
Ev karwana ya yekemîn e ku ber bi peravê ve tê rêkirin.
Karwan ji 20 kamyonan pêk tê û tê de madeyên alîkarî û xurdemenî mîna birinc, savar, qûtî û pêdiviyên awarte yên din, hene.
Li gorî şandeya bi karwanê re, alîkarî li depoyên “Komeleya Dest bi Dest” a ku bajarên peravê dişopîne, tê valakirin û wê sibe bi awayekî hevbeş alîkarî werin belavkirin.



