Serokê Şaredariya bajarê Stenbolê yê Tirkiyê Ekrem Îmamoglû ku 4 roj bûn lêpîrsîna wî dewam dikir îro hate girtin.
Îmamoglû piştî girtina xwe peyamek da û xwest li dijî kesên ku îradeya gel dizîn têkoşîn bê meşandin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî bertek nîşanî girtina Îmamoglû da û got, “Sûcê wî tenê têkbirina Erdogan e û ji ber vê hate girtin.”
Hevserokên DEM Partî jî diyar kirin girtina Îmamoglû derbeyeke li dijî edalet û demokrasiyê ye.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Stenbolê yê Tirkiyê Ekrem Îmamoglû tevî 91 kesî ku di 19’ê Adarê de hatibûn binçavkirin, îfadegirtina wan îro li dozgerî û dadgeriyê bi dawî bûn.
Piştî lêpîrsîna 4 rojan Ekrem Îmamoglû hate girtin.
Hat îdiakirin ku Îmamoglû di çarçoveya lêpirsîna “nelirêtiyê” de hatiye girtin.
Parêzerên wî jî diyar kirin lêpirsîna nelirêtiyê jî di nav de, tu biryarên ji wan re hatine ragihandin û an jî li rûyê Îmamoglû hatine xwendin tune ne.
Ekrem Îmamoglû: Li dijî kesên ku îradeya gel didizin divê têkoşîn bê kirin
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî piştî bîryara girtinê daxuyaniyek da û diyar kir Tirkiye îro bi xiyaneteke mezin hişyar bû û got:
“Pêvajoya hatiye meşandin ne pêvajoyeke dadgeriyê ye.
Ez bang li gelê me dikim ku bi berpirsyarî ji bo mafan têbikoşin.
Ji bo siberoja Tirkiyê li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin.
Roj ew roj e li dijî kesên ku îradeya gel dizîn bi berpirsyarî têkoşîn bê meşandin.”
Ozgur Ozel: Sûcê Îmamoglû tenê têkbirina Erdogan e
Piştî girtina Ekrem Îmamoglû partiyên siyasî jî bertekên tund nîşan dan.
Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarê -CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir tenê sûcê Ekrem Îmamoglû têkbirina Erdogan e û wiha got:
“Ji bo Îmamoglû tavilê bigihije azadiya xwe, wê îtîrazên hem hiqûqî hem jî civakî bên kirin. 4 roj in ji bo Ekrem Îmamoglû qad û kolan tijî ne. Hûn nikarin komployan li dijî ti kesê bikin.”
DEM Partî: Girtina Îmamoglû derbeyeke li dijî demokrasiyê ye
Hevserokên Giştî yên DEM PartîTulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî bertek nîşandan û girtina Ekrem Îmamoglû şermezar kirin.
Bakirhan diyar kir Ekrem Îmamoglû bi hincetên vala û biryarên siyasî hate girtin û wiha got:
“Bi girtina Ekrem Îmamoglû re mudaxele li îradeya milyonan kesan hatiye kirin. Derbeya li dijî îradeya 16 milyon kesan, aloziya siyasî, aborî û civakî kûrtir kir. Wê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bi israr bidome.”
Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir girtina Îmamoglû derbeyeke li dijî edalet û demokrasiyê û wiha got:
“Biryara girtinê ya li dijî îradeya vî bajarî bi temamî helwesteke siyasî ye.
Heqê tu kesekî nîne ku ji bo berjewendiyên xwe darazê bi kar bîne û destwerdanê li îradeya 85 milyon kesî bike.”
DBP: Girtina Îmamoglû bê tehemuliya li hemberî îradeya bi mîlyonan kesî ye
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir jî bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû dan.
Hevserokan diyar kir girtina Îmamoglû bê tehemuliya li hemberî îradeya bi mîlyonan kesî ye û xwestin rêz ji îradeya gel re bê girtin.



