Hêzên Ewlekariya Hundirîn di civîneke çapemeniyê de ragihand ku bi rêya operasyonekê hêzan 2 milyon û 765 hezar hebên kaptagonê li bajarê Qamişloyê desteser kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê desteserkirina mîqdareke hebên kaptagonê li taxeke bajarê Qamişloyê de civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de daxuyanî hat xwendin.
Daxuyanî li Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê hat dayîn û ji hêla endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Cizîrê serbaz Mehmûd El Hisên ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonek pêk anî û tê de 2 milyon û 765 hezar hebên kaptagonê desteser kirin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Ev operasiyon, piştî şopandina baldar û berdewam ali ser bingeha agahiyên rast ên der barê hewldana veguhestina hejmareke mezin ji hebên narkotîkê bo bajarê Qamişloyê de, pêk hat. Ew heb ji dewleteke cîran hatine derbaskirin ku li herêmê werin firton.
Operasyon şeva din (duşemê) pêk hat. Hêzên me bi beşdariya Hêzên Operasyonan re li taxeke Qamişloyê kemîn vedan û dema hatina erebeya gûmandar de, yekser hat sekinandin û di dema lêgerînê de di cihekî veşartî yê erebeyê tûrên biçûk ên hebên kaptagonê hatin dîtin. Ji bo bazirganên hişbirê yên li herêmê derbeyeke mezin e.
Hêzan di operasyonê de 2 milyon û 765 hebên kaptagonê desteserkirin û 2 kesên ji endamên sereke yên tora bazirganiya hişbirê li kantona Cizîrê ne girtin.
Em ê li dijî her şêweyên sûcên birêxistinkirî, di serî de bazirganiya hişbirê, bisekinin.
Em bang li şêniyan dikin ku dûrî teşwîqên ku bazirganên hişbirê dikin bikevin û der barê çi tevgerên bigûman de agahiyê bidin ku ewlehî û îstîqrara herêmê xurt bibe.
Em spasiya her endamekî/e û beşên xwe dikin ku ev operasyon bi ser xistin û soz didin gelê xwe ku di xebatên xwe yên parastina ewlehiya wan de û avakirina siberojeke guncaw ji zarokên wan re dewam bikin.”



