Ciwanekî ji bajarokê Silûk ê Eyn Îsayê yê dagirkirî li nêzî rêya M4 ya navneteweyî di encama gulebarana leşkerên Tirk de hate kuştin.
Duh leşkerên dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Mihemed Ehmed El Casim li nêzî gundê Um El Beramîl ê li rojhilatê Eyn Îsa yê li ser rêya M4 ya navneteweyî gulebaran kir û di encamê de El Casim hate kuştin
Dayika El casim ku ew jî bi kurê xwe re bû, da zanîn ku ew ji bo dermankirinê çûbûn herêmên Rêveberiya Xweser. Piştî ku karê xwe qedandin, vegeriyan gundê xwe lê rastî gulebarana leşkerên Tirk hatine.



