Asayîşê li kantona Reqayê 3 bazirganên çekan zefit kirin.
Asayîşê got ku ew kesên navborî bi tevî erebeya xwe hatine girtin.
22’ê vê mehê asayîşê li reqayê 3 tuhmetbarên ku bazirganiya çekan dikin girtin.
Asayîşê da zanîn ku ew kes tevî erebeya xwe hatin girtin.
Li gel wan jî 9 demançeyên bê rûxset hatin girtin.
Ji bo lêpirsînê, asayîşê ew radestî beşa dij tewanan kirin.
Dijtawana Asayîşê jî eşkere kir ku ew kes li xwe mukirhatin ku ew bazirganên çekan in.
Paşê ji bo temamkirina pêvajoya zagonî ew radestî dozgeriya giştî kirin.



