Piştgiriya bi banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, dewam dikin.
Dr. Fernaz Etiya destnîşan kir ku hiştina Rêber Apo di zindanê de, bi taybetî piştî însiyatîfa aştiyê, êdî ne rewa ye û divê dewleta Tirk jî di çarçoveya pêvajoya aştiyê de gavekê biavêje.
Lêkolîner û doktora zanistên siyasî ya ji Misirê Fernaz Etiya diyar kir ku banga agirbest û aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê gaveke girîng e û got:
Piştî ku birêz Ocalan însiyatîfa xwe ragihand, me tu gaveke erênî ji aliyê Tirkiyê ve nedît.
Li şûna vê, êrişên li dijî Kurdên Sûriyê jî dewam kirin.
Dr. Fernaz Etiya li ser rewşa navxweyî ya Tirkiyê, bi taybetî piştî girtina şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu axivî û wiha anî ziman:
Dibe ku ev bûyer zextê li desthilata AKP’ê bike ku siyasetên xwe binirxîne, bi taybet ji ber zêdebûna rexneyên navneteweyî yên der barê mafên mirovan û demokrasiyê li Tirkiyê de.
Dr. Fernaz Etiya: Hiştina Rêber Apo di girtîgehê de ne rewa ye
Dr.Fernaz Etiya bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber Abdullah Ocalan û dibêje:
Hiştina birêz Ocalan di zindanê de, bi taybetî piştî însiyatîfa aştiyê, êdî ne rewa ye.
Ev însiyatîf dikare bibe destpêkeke nû ji bo têkiliyên aram di navbera Tirkiyeyê û Kurdan de û bibe sedema aştiya li Rojhilata Navîn.



