Hêzên Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir û di encamê de kesek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.
Çapemeniya lubnanî ragihand ku artêşa Îsraîlê duh êvarî li bajarokê Marûb ê başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir.
Hate zanîn ku di encama êrişê de kesek hatiye kuştin û yek din jî birîndar bûye.
Her wiha Ajansa National a Lubnanê (NNA) ragihand ku êrişa li dijî erebeyekê bi moşekekê hatiye kirin.
Tevî peymana agirbestê ku di Mijdara 2024’an de hatiye îmzekirin, artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên hewayî li ser Lubnanê didomîne û Hizbullahê bi binpêkirina peymana agirbestê tawanbar dike.



