Li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê şehîd Kobanê bi merasîmekê hat oxirkirin.
Bi merasîmeke biheybet endamê Hêzên Komandos şehîd Kobanê (Ehmed Kenco) ku di 26`ê Adarê de li Kobanê şehîd bû, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hat oxirkirin.
Ji rêveberên Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedîa Miho axivî û got em ê bi saya şehîdên xwe bigihêjine Sûriyeyeke demokratîk û got:
“Şehîd Kobanê ji bo mîsogeriya jiyaneke azad canê xwe feda kir. Rêber Apo dibêje her şehîdek felsefeyeke jiyanê ye. Em jî bi saya şehîdên xwe li vir in.”
Endamê Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mihemed Oso jî got: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Em di nava rojên xemgîn de dijîn, rojane şehîdan em oxir dikin, lê dîsa jî em di meheke pîroz de ne û ev meh jî tijî berxwedan e.”
Dûre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Şehîd bi dirûşman hat oxirkirin.



