209 cangoriyên azadiyê yên ku di dem û cihên cuda yên mehên Sibat û Adarê de şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişoyê hatin bibîranîn.
Ji bo 209 şehîdên ku di demên cuda yên mehên Sibatê û Adarê de şehîd bûbûn, li Pekrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo merasîma bîranîn hat lidarxistin.
Di merasîm de malbatên şehîdan, endamên Rêxistinên Civaka Sivîl û şêniyên Qamişloyê beşdar bûn.
Di merasîmê de endamê Komîteya Giştî ya Meclisa Malbatên Şehîdan Dêrikî axivî û hemû şehîdên ku di oxira parastina welat de canê xwe feda kirine bi bîr anîn û got: “Şehîd hêviya azadiya gelê me ne.
Em deyndarê şehîdên ku bi fedakariyên xwe ev welat parastine, ne.”
Kawa Dêrikî di dawiyê de got:”Em saya van şehîdan heya roja îro li ser xak û welatê xwe dijîn.”
Di dawiyê de nasnameyên 209 şehîdên ji QSD, YPJ, YPG, Hêzên Asayişê, Erka Xweparastinê, HPC’ê, sivîl û gerîla ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişoyê ve hatin xwendin.



