Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma “Bi hevgirtin û Yekitiya Sûryiyan em ê aştî û demokrasiyê pêk bînin” li kantona Reqayê salvegera damezrandina xwe ya 7’emîn pîroz kir.
Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera 7’emîn a damezirandina partiyê bi dirûşma “Bi hevgirtin û Yekitiya Sûriyeyiyan em ê aştî û demokrasiyê pêk bînin” li hola Tac a başûrê bajarê Reqayê şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de endamên partiyê, hevseroketiya Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşdar bûn.
Di şahiyê de hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş salvegera damezirandina partiyê li endamên partiyê û şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.
El Mihbaş got: “Partiya Sûriya Pêşerojê ji nava kavilên zulmê û qêrînên êşê derket.
Ew roj rojeke dîrokî ya di şoreşa Sûriyê de bû. Ew şoreşa ku gelê me yê gewre li dijî pergala zordest a bi deh salan dabû destpêkirin, e.”
El Mihbaş diyar kir ku damezirandina partiyê ne biryareke rêxistinî bû, lê belê xwedîderketina li banga welêt bû.
El Mihbaş wiha domand: “Di vê qonaxa demkî de em dibînin ku erkê me yê sereke rûniştandina ewlehî û aramiyê û avakirina saziyên dewletê li ser bingehên demokrasiyê ye.
Em ji bo sazkirina destûreke nû ku tê de pirrengiya gelê me û azadiya wî misogerkirî be, dixebitin.
Em bi girîngiya nenavendiyê bawer in ku tevahî herêmên Sûriyeyê xwe bi xwe bi rê ve bibin.”
Piştre ji fermandarên QSD’ê Ebdo El Ebdo soza şopandina rêya şehîdan dubare kir û got: “Ji eniyên pêş ên şer ên QSD’ê, em salvegera 7’emîn a damezirandina partiyê pîroz dikin û peyama pîrozbahiyê ji qadên şer ji partiyê re dişînin.”
Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Suhêr El Senûh salvegera damezirandina partiyê pîroz kir û got: “Ev salveger ji yên berê cudatir e.
Ev qonaxa hestiyar xwedî girîngiyek e û divê tevahî welatî di xêzkirina Sûriya nû de beşdar bin.”
Piştre sînevîzyonek li ser xebatên partiyê ji dema damezirandinê heta îro ve û klîpeke Desteya Çandê bi navê”Sûriyê bixemilînin” hatin pêşkêşkirin.
Di dawiya şahiyê de govendên Kurdî û Erebî hatin gerandin.



