Rojbûna Rêber Apo nêz dibe.
Bi boneya vê rojê li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê şahiyek ji keç û xortên şehîdan re hat çêkirin.
Şahî ji zarokên şehîdan hatibû li dar xistin û tê de malbatên wan jî beşdar bibûn.
Di şahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewşen Reşîd li ser roja 4’ê Nîsanê û girîngiya wê ji bo gelên Kurdistanê axivî.
Piştre koma Cûdî ya Ciwanan stran gotin.
Her wiha beşdaran govend li ber sitranan gerand.
Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî li keç û xortên şehîdan belav kirin.



