Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî ragihand ku Tehranê bi rêya Umanê bersiva peyama serokê Amerîkayê Donald Trump da.
Vê mehê Trump peyamek ji Tehranê re şandibû û tê de 2 meh wekî derfet dabû Îranê .
Ew jî da ku biryarekê der barê destpêkirina qonaxeke nû ya dan û standinên li ser bernameya nukleerî, bide.
Eger ew nede jî dê bi operasyoneke leşkerî re rûbirû bimîne.
Girêdayî wê çapemeniya Îranê ragihand ku Iraqcî got :
Wan bi awayê guncaw bi rêya Umanê bersiva wê peyamê da û nêrîna xwe ya giştî li ser rewşê diyar kir.
Iraqcî diyar kir ku ew dan û standinên nerasterast bi Amerîkayê re dikin.
Der barê wê de murşidê Îranê Elî Xaminy diyarkirina dan û standina red kir û got :
Dan û standina bi Trump re dê ceza û zextên li ser Îranê girantir bike.



