Hêzên Parastin Gel-HPG’ê ragihand di sê rojan de artêşa dagirker 524 caran êrişên bejahî û esîmanî li dijî gêrîla pêk anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker got ku artêşa Tirk a dagirker 25’ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî bombe kirin.
26 û 27’ê Adarê jî li Herêma Garê 6 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
HPG’ê ragihand ku 26 û 27’ê Adarê Herêma Xakurkê 62 caran, Garê 81 caran, Metîna 33 caran Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Amediyê 342 caran; bi giştî 518 caran bi çekên giran, top û obusan hatin topbarankirin.



