Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, bi boneya Hefteya Lehngiyê mûm li ser gorên şehîdan vêxistin û diyar kirin ku ew ê her dilsozê şehîdan bin.
Merasîmê bîranînê bi pêşengiya saziya malbatên şehîdan li goristana şehîdên berxwedan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat lidarxistin.
Xelkê her du taxan, malbatên şehîdan û hevalên wan, endamên saziyan, jin û ciwan beşdarî merasîmê bûn.
Li wir, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Cengîz Mistefa Hac Hemo tekoşeriya şehîdan bibîrxist û got:
“Em deyîndarê şehîda ne, ku gelek destkeftî li pey xwe hiştin.
Lewma divê em di jiyanan xwe de xwedî li van destkeftiyan derkevin.”



