HRRK`ê navên xelatgirên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2025`an aşkera kirin. Îsal bi boneya 5 saliya pêşbirkê, li şûna 3 xelatgiran, 5 helbestvanên hatin xelatkirin.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji bo ragihandina helbestvanên serkeftî yên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2025`an, li navenda xwe ya li Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Endamên HRRK`ê Kemal Necim û Enahîta Şêxo daxuyaniya têkildarî mijarê bi kurdî û erebî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di yekê Çileya 2025`an de bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê li Îngilistanê, wan wek HRRK cara 5`emîn Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a Sala 2025’an ragihand û hate gotin: “Diviyabû ku di 10`ê Adarê de deriyê beşdariya pêşbirkê hatibûya girtin, lê ji ber rewşa awarte ya li Sûriyê û li Rojava piştî hilweşîna rejîmê, her wiha êşa koçberiya duyemîn ya gelê me yê Efrîn û Şehbayê, komîteya amadekar biryar da ku dema rêkirina berheman heta 20`ê Adarê were dirêjkirin.”
Xelatgirên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan wiha ne:
- Helbesta yekemîn: Helbesta bi navê “Bihêle di vê şevê de hebhinarkê” ya helbestvan Fatma Eto.
- Helbesta duyemîn: Helbesta bi navê “Roja tu çû” ya helbestvan Dilyar Hebîb.
- Helbesta sêyemîn: Helbesta bi navê “Pelên Zemînê” ya helbestvan Sebrî Elî.
- Helbesta çaremîn: Helbesta bi navê “Rê” ya helbestvan Aras Mihemed Xêr.
- Helbesta pêncemîn: Helbesta bi navê “Sêrebenda Dêrîn” a helbestvan Ayfer Yildizistan.
Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan cara yekem di sala 2021`an de ji hêla HRRK’ê û bi sponseriyê Komeleya Janê Xelef a Xêrxwziyê li Îngilistanê hate lidarxistin.
Di pêvajoya 5 salan de bi sedan ciwan beşdarî pêşbirkê bûn û helbestên xwe pêşkêş kirin.
Di encama pêşbirkan de her sal 3 helbestên têne xelatkirin, lê îsal ji ber sala 5`emîn 5 helbestvanan xelat girtin. Xelatên pêşbirkê di navbera 100-500 dolarî de ne.



