Piştî DYA û Brîtanya, Fransayê jî ji ber êrişên muhtemel hişyarî da welatiyên xwe yên li Sûriyê.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê duh li ser malpera xwe ragihand:
“Şam jî di nav de, metirsiya êrişên terorîstî li Sûriyê pir zêde ye.
Her welatiyek Fransî li Sûriyê dibe ku bibe armanca komên terorîst.”
Wezareta Karên Derve ya Fransayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Sûriyê .
Wezareta Karên Derve ya (DYA) ji ber pêkanîna êrişên “terorî” yên muhtemel, hişyarî dabû welatiyên xwe.
Wezaretê di daxuyaniyê de bang li welatiyên xwe kir ku ji ber xetereyên ewlehî yên zêde neçin Sûriyê.
Hikumeta Brîtanyayê jî bang li welatiyên xwe kiribû ku ji ber rewşa ewlehiyê ji Sûriyê derkevin û neçin wir.



