Xelkê Siwêdayê li dijî hikumeta nû ya bi serokatiya Ehmed El Şerî çalakiyek li dar xist û got hikumet ne rewa ye û nûnertiya gel nake.
Bi dehan şêniyên bajarê Siwêdayê ji bo şermezarkirina hikumeta nû ya Sûriyê ya bi serokatiya Ehmed El Şerî daketin qadan.
Xwepêşandêran pankartên wekî “Hikumet berdewama dîktatoriyê ye” vekirin û daxwaza destûreke adilane kir ku nûnertiya tevahî pêkhateyan bike.
Çalakvanê bi navê Xalid El Ebdullah hikumet “nerewa” û “nûnertiya tevahiya gelan nake” bi nav kir û got hikumet nûnertiya beşeke alîgirên hikumeta heyî dike.
Her wiha da zanîn ku danezana destûrî ya ku bi rêya wê hikumetê hatiye nivîsandin ne qanûnî ye, lewra aloziya li welat kûr dike û bêîstiqrariyê ferz dike.
Çalakvanê bi navê Wasiq El Henawî jî anî ziman ku hikumeta heyî ji aliyê derve ve tê birêvebirin. Her wiha got, danezana destûrî li gorî pîvanên rejîma berê hatiye ragihandin û got ev rewşa siyasî ya berê vedigerîne.



