Ji bo wefakarî û qîmetdayîna fedakariyên şehîdan bi sedan welatiyan li ser gorên şehîdan ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mûm pêxistin.
Bi boneya cejna Remezanê gelê bajar û deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe da goristanên şehîdan û mûm li ser gorên wan pêxistin. Ev rêûresm kûrahiya çanda xwecihî û girêdana civakê bi dîrok û fedakariyan ve, nîşan dide.
Di serdana 21 goristanên li herêmê de şêniyan diyar kir ku ew di boneyên wiha de beriya bi rojekê şehîdên xwe bi bîr tînin û got ev yek rihê hevgirtin û nasnameya niştîmanî xurt dike.
Di sibeha roja cejna Remezanê de şênî bi awayekî girseyî serdana gorên şehîdên xwe dikin.
Li goristanên bajarên Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Hesekê, Şedadê, Hol, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Reqa, Dêrazor, Kobanê, Heleb û Tebqayê gel bi girseyî serdana goristanan kir û mûm pêxistin.
Ev rêûresm ne tenê adat in, lê belê di nava xwe de peyameke xurt a nîşandana qîmetdayîna fedakariyên wan şehîdan ji bo azadî û rûmeta welat dihewîne.



