Ji bo 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo rojane daxuyanî tên dayîn.
Bi vê boneyê jî PAJK’ê rojbûna 76’an a Rêber Apo pîroz kir.
PAJK’ê got, “Çawa ku her sal em pîroz dikin, îsal jî em ê bi çandina şitlên nû xaka xwe geş bikin û xwezaya xwe ya civakî jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şîn bikin.”
Koordînasyona PAJK’ê têkildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek da.
PAJK diyar kir ku 4’ê Nîsanê rojabûyina gelê Kurd e û got:
“4’ê Nîsanê ji bo jinan, gelan û mirovahiya cîhanê mîladek e.
Rêber Apo têkoşîn û karakterê nasnameya sosyalîst weke têkoşîna azadiyê ya jinê diyar kir.
Têkoşîna azadiya jinê kir esasê kûrbûn û fikrê xwe, bi vî rengî pêngaveke nû ya dîrokî afirand.
Ragihandina Îdeolojiya Rizgariya Jinê ji aliyê Rêber Apo ve, formula Jin, Jiyan, Azadî û pêngava jineolojiyê kir ku dîroka mêtingeriyê ya baviksalariyê ronî bibe û aqlê mêr ji binî ve hejand.”
PAJK: Rojbûna Rêber Apo rojbûna azadiya jinê ye
PAJK anî ziman ku Rêber Apo şaristaniya pênc hezar salî ya bi mohra mêr bi şoreşa jinê serûbin kir û wiha domand:
“Rojbûna Rêber Apo rojbûna azadiya jinê ye.
Rêber Apo hîn di zarokatiya xwe de çewtî, nakokî û pirsgirêkên civakî dît û pîvanên xwe yên redkirinê yên destpêkê diyar kir.
Da ser şopa gumanên xwe yên bê dawî, exlaqê civakî weke demokrasî, azadî û wekheviyê parast.
Bi ragihandina PKK’ê re ku kifşkirina Kurdîtiyê ya ku navê xwe jî ji aliyê dewleta Tirk a netewe ve hate qedexekirin û civak bê ziman hate hiştin, her wiha biryara têkoşîna di oxira wê de bû, hebûna azadiyê ya gelê Kurd pêk anî.”
PAJK: Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e
PAJK destnîşan kir ku Rêber Apo bi xeta sosyalîzma demokratîk ku temsîl dike, cîhaneke azad li dijî mêtingeriya kapîtalîzmê timî parast û wiha pê de çû:
“Ji bo hemû hêzên dijberê sîstemê û hêzên modernîteya demokratîk bû çavkaniya sûdwergirtinê.
Berdêla rabûna Rêber Apo ya li hemberî hêzên komploger û mêr ê zalim, dîlgirtina li Îmraliyê bû.
Ev dîlgirtin dîlgirtina me hemûyan e. Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e.
Çawa ku her sal em dikin, îsal jî em ê bi çandina şitlên nû xaka xwe, xwezaya xwe şîn bikin û û xwezaya xwe ya civakî jî bi azadiya Rêber Apo geş bikin.”
“Em bang dikin ku bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê tevlî meşa amarayê bibin”
PAJK di dawiyê de wiha got:
Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyê ya li ser bingeha azadiya Rêber Apo bang û sekna me ya pêşwazîkirina 4’ê Nîsanê ye.
Em meşa jin û ciwanan a Amarayê silav dikin ku pêşengiyê ji pêvajoyê re dikin û bang dikin ku bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê tevlî vê meşê bibin.”


