Ne rojî û ne cejin jî, rê li ber bêla kuştiyê a li Sûriyê digre.
Îro di roja yekemîn ji cejna remezanê de, çekdarên ku xwe dispêrin desthilata Şamê 2 komkujî pêk anîn.
Tê de 12 kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku çekdarekî ku xwe dispêre desthilata Şamê û kurekî wî li taxa Kerem El-Zeytûn a bajarê Humisê avêt ser malekê û gule lê reşandin.
Çavdêriyê diyar kir ku çekdaran ji malbatê dayik û 3 zarokên wê û 2 mêvanên wan kuştin, bav jî birîndar kir.
Çavdêriyê eşkere kir ku malbat elewî ye û mêvanên wan jî sinî bûn.
Li Baniyasê 6 kes hatin kuştin
Her wiha li Tertûsê jî çekdarên ku xwe dispêrin desthilata Şamê komkujiyek din bi heman rengî, pêk anîn.
Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku çekdaran li gundê Hefir yê banyasê avêtin li ser malekê û 6 kes kuştin.
Çavdêriyê eşkere kir ku çekdarên ji bargeha Leşkerî a binavê El-Dînese ya li wê herêmê derketin, komkujî pêk anîn û vegeriyan bargehê.



