Prof. Dr. Cengîz Aktar nîqaşên li ser pêvajo û diyalogê nirxand û anî ziman ku desthilatdarî têkildarî daxwazên Kurdan îradeyeke siyasî nîşan nedaye û wiha got: “Divê hikumet gavê biavêje.”
Di ser banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û biryara PKK’ê ya ragihandina agirbestê re mehek derbas bû, lê hîn jî Dewleta Tirk gaveke şênber neavêtiye.
Li ailyê din li Îmraliyê di şert û mercên Rêber Apo de jî guhertinek nehatiye kirin.
Ji Zanîngeha Akdenîzê Prof. Dr. Cengîz Aktar hem bûyerên li Sûriyê û hem jî nîqaşên li ser diyalog û pêvajoya li Tirkiyê
nirxand.
Cengîz Aktar anî ziman ku li gel hemû bûyerên neyînî yên li Sûriyê gelekî girîng e ku rewş veneguheriye şerekî navxweyî û got: “Daxuyaniyên rêveberiya Şamê ji aliyê Durzî û Kurdan ve nayê qebûlkirin. ”
Aktar da zanîn ku bûyerên li Sûriyê diqewimin pêwendiya xwe bi nîqaşên pêvajoya li Tirkiyê re heye.
Her wiha Cengîz işaret bi daxuyaniyên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat kir ku li ser nîqaşan axivî bû û wiha anî ziman:
“Daxuyaniya dawî ya Besê Hozat gelekî şênber û zelal bû.”
Cengîz Aktar: Desthilatdarî nizane bê çi dixwaze bike
Aktar bal kişand ser girtina Şaredarê Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û diyar kir ku desthilatdarî bi vê gavê re nizane bê çi dixwaze bike, serê desthilatdariyê tevlîhev e û got:
“Rejîmên bi vî rengî yên otorîter û ne zelal, hin biryaran werdigirin. Şîrovekirina vê yekê jî dibe para me.”
Cengîz Aktar: Erdogan û Bahçelî qedera xwe kirin yek
Akdar daxuyaniyên dawî yên Devlet Bahçelî jî şîrove kir û anî ziman ku ew ne bawer e di nava desthilatdariyê de di navbera Bahçelî û Erdogan de pirsgirêk hebe û wih pê de çû:
“Ne bawer e ku desthilatdariya heyî bixwaze bi hilbijartinê dest ji desthilatdariyê berde.”
Cengîz Aktar destnîşan divê desthilatdarî gavê biavêje û wiha got. “Desthilatdarî gavê navêje, ji ber ku dest û milê wî girêdayî ye. Ji xwe got, ku wê neke. Dibêje ‘Tirkiyeke bê teror’, bangeke welê dike ku ne diyar e bê çi ye.”
“Di mîtîng û çalakiyên ji bo îmamoglû de dijminatiya li Kurdan heye”
Cengîz Aktar li ser helwest û karên ku divê muxalefet jî bike wiha got: “Di mîtîng û çalakiyên ji bo Îmamoglû de dijminatiya li Kurdan heye.
Hemû nebe jî beşek bi rengekî eşkere dijminatiyê li Kurdan dike. “


