Bertek û fikarên derbarê hikûmeta nû ya li Şamê beriya çend rojan hatiye ragihandin de li pêş in.
Li ser asta navneteweyî Amerîkayê 6 merc ji bo guhertina siyaseta xwe derbarê Sûriyê de diyar kirin.
Hinek ji wan şertan ku mafên kêm-netew û olan were misogerkirin û hikûmeta çekdarên biyanî ji nava artêşê derxe.
Ewropayê got ku ew amade ne bi hikûmetê re hevkariyê bikin.
Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê got ew bi ya hikûmeta demkî nake.
Rêxistina Human Rights Watch fikarên xwe derbarê parastina mafên mirovan anî ziman.
Serokê Sûriyê yê demkî Ehmed El-Şeri şeva Şemiyê hikûmeta nû ya ji 23 wezîran ragihand.
Di hikûmeta nû de piranî wezîr ji pêkhateya olî ya Sunî ye. Ango hikûmet tenê ji rengekî ye û pir-rengiya Sûrî paşguh kiriye û sembolîk e.
Li hemberî vê hikûmetê, nerazîbûneke tund ji hundirê Sûriyê derket.
Rêveberiya Xweser a herêma bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan da û got:
“Hikûmeta hatiye pêkanîn nûnertiya rast û dadmend ya gelê Sûriyê nake.
Hikûmeta demkî ji yek rengî ye. Pêkhateyên Sûrî ji prosesa siyasî bi dûr xistiye.
Lewma ev hikûmet nikare gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê yên neteweyî û olî birêve bibe.
Ji ber vê yekê em pabendî biryarên vê hikûmetê nabin û cidî nagirin.”
Li ser asta navneteweyî jî nerazîbûn û guman derbarê hikûmeta ragihandî de hebûn.
Yekem bertek ji Amerîkayê derket.
Amerîkayê ji bo guhertina siyaseta xwe li hemberî Sûriyê 6 merc destnîşan kirin.
Berdevka wezareta karê derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di konferanseke çapemeniyê de got ku ew êşa gelê Sûriyê ji desthilatdariya dîktetor ya El-Esed dizanin û wiha dewam kir:
Hêvî dikin ku ragihandina hikûmeta nû bibe ji bo gelê Sûriyê bibe gaveke erênî û nûnertiya tevahî Sûriyan bike.
Tammy Bruce da zanîn ku ew ê siyaseta hikûmeta nû li Şamê bişopîne û li gorî wê danûstandina me bi Şamê re wê were diyarkirin.
Amerîka pêkanîna hikûmeteke nû ji bo Şamê erênî pêwazî kir, lê sivik-kirina cezayan li ser Sûriyê bi hinek şert û mercan ve girê da ku ew jî ev in:
Divê hikûmet şerê terorê bike.
Divê çekdarên biyanî ji nava Sûriyê û artêşê derxe.
Ewlehiya kêm-netewan û olan were misogerkirin.
Wêrankirina çekên kîmyewî li Sûriyê.
Rê li ber Îranê û milîsên wê li Sûriyê bigire.
Human Rights Watch: Derbarê mafên mirovan li Sûriyê bi fikar in
Li aliyê din Yekîtiya Ewropa ragihand ku ew amade ye bi hikûmeta nû re têkeve nava hevkariyê da ku astengiyên ku rûbirûyî wê tên, derbas bike.
Her wiha rêxistina Human Rights Watch jî di vê derbarê de fikarên xwe anîn ziman û got:
Mafên serokê Sûriyê yê demkî yên desthilatdariyê û guhertinê zêde ne. Ev yekî jî wê rasterast zirarê li desthilata qanûn û parastina mafên mirovan bike.



