Mezargeha Şehîdan a bajarê Minbicê ji hêla çeteyên Tirkiyê ve hate wêrankirin.
Li seranserê Herêmê êriş hate şermezarkirin û malbatê şehîdan bang li desthilata Şamê kir ku sucdaran darizîne.
Meclisên Malbatên Şehîdan li Helebê xirakirina Goristana Şehîdan a Minbicê şermezar kir û got ku ev kiryarên dijminane ne nû ne, beriya niha li Efrîn Girê Spî, Serê Kaniyê û Bakurê Kurdistanê sûcên bi vî rengî pêk hatine.
Meclisê bang li dethilata Şamê û civaka navdewletî kir ku bi lez destwerdanê bike û van kiryaran rawestîne.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê li dijî vî sûcî, bêdengiya desthilata şamê rexnekir û bang darizandina çeteyan kir.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo jî êriş şermezar kir û gotin “Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk nirx û prensîbên mirovî binpê dike, digihêje asta wêrankirina goristan û cihên pîroz weke çawa berê li Efrînê û Şehbayê kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê bi daxuyaniyekê tekez kir ku “Êrişa li ser goristanan asta kîn û hovîtiya dagirkeriya Tirk nîşan dide û got ku kolandin û rûxandina goran ji aliyê olî ve heram e û ev yek jî îsbat dike ku ev êrişker ji nirxên olî û mirovahiyê dûr ketine.
Li tenitşa van bajaran, Meclisên Malbatên Şehîdan ên Eyn Îsa, Amûdê, Şedadê, Til Temir û Tirbspiyê daxuyaniyên şermezariyê dan û daxwaz kir ku bila sûcdar werin dadgehkirin.



