Fermandarê Giştî yê QSD’ê bi boneya Cejna Remezanê şandeyek ji xelkê Reqayê pêşwaz kir.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê General Mazlûm Ebdî îro (çarşemê) şandeyek ji xelkê bajarê Reqayê pêşwaz kir.
Di hevdîtinê de pîrozbahiyên cejnê hatin kirin.
General Mazlûm Ebdî spasiya şandeyê li ser serdanê kir, ku ev serdan têkiliya di navbera xelkê herêmê û hêzên wan ên berpirsê parastina ewlehî û îstîqrara wan de, xurt dike.
Fermandarê Giştî bi hûrgilî û berfireh pêşdeçûnên dawî li Sûriyeyê û herêmê, peymana dawîn a di navbera QSD’ê û hikumeta Şamê de şîrove kirin, ku armanca wê xurtkirina hevkariya hevbeş û misogeriya îstîqrara li herêmê ye. Endamên şandeyê rihetiya xwe ji vê pêşdeçûna erênî re nîşan da û diyar kir ku ev gaveke girîng ber bi pêkanîna berjewendiyên giştî yên xelkê herêmê ve, ye.
Hemwextî atmosfêra cejnê û ji bo baldariya geşkirina nirxên yekitî û bexişandinê, General Mazlûm Ebdî ev yek, di çarçoveya bersivdana xwesteka gel û qîmetdayîna rihê vê boneyê, pêk hat.
Di heman demê de diyar kir ku ew ê xebateke cidî ji bo xurtkirina ewlehî, îstîqrar û pêdiviyên welatiyan di tevahî aliyan de bikin, ku geşepêdaneke mayînde û kêfxweşî ji civakê re misoger bibe.
Li aliyekî din jî şandeyê silavên xelkê Reqayê veguhastin û diyar kir ku ew piştgiriya tevahî hewldanên geşkirina ewlehî û pêkanîna îstîqrarê li tevahî herêmê dikin û kedên Fermandariya Giştî ya gihandina ber bi çareseriyeke mayînde û siyasî li Sûriyeyê ve silav kirin.
Di hevdîtinê de bi awayekî berfireh li ser gelek dozên girêdayî xelkê Reqayê di aliyên xizmetguzarî, rêveberî û ewlehiyê de hatin nîqaşkirin û General Mazlûm Ebdî bi baldarî li xwestekên şandeyê guhdar kirin û soza da wê ku wan xwestekan bigihînin aliyên têkildar ku lêkolîn bikin û di zûtirîn dem de pêk bînin.



