Hêzên Îsraîlê li bajarê Seyda yê başûrê Lubnanê li mala rayedarekî Hemasê da.
Di encamê de rayedarekî Hemasê tevî du zarokên wî hatin kuştin.
Çavkaniyên lubnanî ragihand ku artêşa Îsraîlê serê vê sibehê li bajarê Seyda yê başûrê Lubnanê li mala rayedarekî Hemasê da.
Çavkaniyan diyar kir ku di rişê de rayedarekî Hemasê bi navê Hesen Ferhat (Ebû Yasir), tevî kurek û keçeke wî hatin kuştin.



