Şêniyên kantona Firatê 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi coş û girseyî pîroz kir.
Îro bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi hezaran şêniyên kantona Firatê li Qada Jina Azad a Kobanê li hev kom bûn û serdana mala Rêber Abdullah Ocalan ya li gundê Elpelûrê yê Kobanê kir, piştre jî berê xwe da cihê şahiyê yê li Qada Şehîd Egîd.
Di şahiyê de axaftinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser şoreşê hatin guhdarkirin. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Şevîn Armanc 4`ê Nîsanê li Rêber Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan pîroz kir.
Şevîn Armanc diyar kir ku bi keda Rêber Abdullah Ocalan jin û gel azad bûne û wiha pê de çû: “Em bi saya Rêber Apo gihaştin vê astê û azadî nêz e. Em ê azadiya Rêbertî misoger bikin. Mizgîniya ku Rêber Apo dabû me ji bo tevahî gelan bû. Çendî ku em têkoşîna xwe xurttir bikin, ew qas em ê bikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”
Şevîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jina Kurd her tim di jiyana xwe de têkoşîn kir û bû mînaka tevahî cîhanê. Em bi felsefeya Rêber Apo gihaştine vê astê, divê em her tim têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin da ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û Rêberê xwe di nava xwe de bi fîzîkî bibînin.”
Endama Koordînasyona Konra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş jî peyama YPJ`ê xwend. Di daxuyanîiyê de hate gotin: “4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û roja damezirandina YPJ`ê ye ku wek rojbûna jiyan û civakeke nû û her wiha rojbûna azadiya jinan û civaka demokratîk e. Yekîneya Parastina Jin (YPJ) di rojbûna Rêber Apo û 12`emîn damezirandina salvegera YPJ`ê de bi dirûşma “Artêşbûna jinan mîsogeriya azadiya civakê ye” hate pîrozkirin.
Rêber Apo di şexsê xwe de jiyana kapîtalîst têk bir, rojbûna Rêber Apo û damezirandina YPJ`ê ji gel û şervanan re pîroz be. Hevalên me yên şehîd bi têkoşîna xwe mîrateyeke xurt a azadiyê ji me re hişt.”
Piştî xwedina nameya YPJ`ê govend hat gerandin. Şahî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”,”Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.



